Îro 121emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye

Hewlêr-KDP.info- 121 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.
Îro 22 Nîsanê û sed û bîst û yekemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya kurdî ya “Kurdistan” e. Hejmara yekemîn ya rojnameya Kurdistanê roja 22 Nîsana 1898 li paytexta Misrê-Qahîrê û ji aliyê zanayê kurd Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.
Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya Kurdistanê derket. Ji hejmara yek heta pêncê li Qahîrê derket, ji hejmara 6 heta 19 li bajarê Cinêv yê Swîsrayê, ji 20 heta 23 dîsa li Qahîrê, hejmara 24 li Londonê, ji hejmara 25 heta 29 li Almanya û 30 û 31 jî dîsa li Cinêvê hat derxistin.
Sedema ku rojname li çend welatan derket û derketina wî qût dibû, ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin deselata Osmaniyan de bû, dibe ku wê çaxê nehiştibin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê Kurd û Kurdistan bû.
Rojnamegeriya Kurdî heta niha jî li nasname û dîroka Kurdan digeriya.
Ev çend sal in ev roj wek roja Rojnamegeriya Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.




