Mesrûr Barzanî êrîşên terorîstî yên Sri Lankayê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirse û sersaxiyên xwe gehandine Balyozê Sri Lankayê yê li Bexdayê Raja Karan Singh.
Îro 21.4.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li hember êrîşên terorîstî yên li Kolomboya paytexta Sri Lankayê ku ji ber wan hejmareke zêde welatiyên sivîl bûne qurbanî, hevdem li gel mehkûmkirina êrîşên han, pirse û sersaxiyên xwe gehandine Balyozê Sri Lankayê li Bexdayê.
Mesrûr Barzanî hêviya çêbûna bilez ji birîndaran xwast û ragihand, kiriyarên terorîstî û bi armanckirina xelkê sivîl şermezar dikin û tekezî li ser vê yekê dikin ku şerê dijî terorîstan erkê civaka navdewletî ye û bo aştî û ewlekariya ewlatiyan pêwîst e li her derê ji cîhanê şer dijî terorê were kirin.




