26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ereb hêj li Kerkûkê erdê Kurdan dagîr dikin..Heşda Şeibî alîkariya wan dike

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 dagîrkirina erdê Kurdan ên li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ji aliyê Ereban ve destpê kir û hêj berdewam e. Cotyarê Kurd jî daxwaz dikin ku bi hewaran ve biçin.

Silêman Heme Salih ku cotyarekî bajarê Kerkûkê ye wiha dibêje: “Li gundê Metare ku gundê bav û karê me ye û dikeve sînorê bajarokê Daqûq û li wir zêdetirî 5 hezar donim ji aliyê Ereban ve hatine dagîrkirin. Rasterast îdareya Kerkûkê û milîsên Heşda Şeibî piştevaniya wan dikin.”

Cotyarên Kurd li dijî dagîrkeran xwepêşandanan dikin û daxwaz ji perlemanterên Kurd li Parlemantoya Iraqê ku pêngavên cidî bavêjin ji bo ku bi yasayê rê li pêşiya dagîrkerina erdê Kurdan bigrin.

Heme Salih wiha domand: “Erdên ku hatine dagîrkirin her erdê bav û kalên me bûne, lê Hikûmeta Iraqê di dema Sedam Husên de Kurd ji mal û erdê wan derxistin û erdê wan dan Ereban. Piştî sala 2003 jî û ketina rêjîma Beis, me erdê xwe dîsa ji wan sitendin, lê piştî bûyerên dagîrkirina Kerkûkê careke din bi erebkirina Kerkûkê û dagîrkirina gundên me destpê kir û gefa kuştinê jî li me tê kirin.”

Cotyarên Kurd dibêjin, me li dijî dagîrkeran gilî kiriye, lê kes guh nade me. Heme Salih wiha dibêje: “Me li îdareya bajarê Kerkûkê li dijî dagîrkerên erdê Kurdan gilî kiriye, lê kes guh nade me ji ber ku parêzgarê Kerkûkê yê ku li ser me hatiye ferizkirin, piştevaniya wan dike, lewma jî em daxwaz ji parlemanterên Kurd dikin ku kar bikin ku li gorî yasayê wê zilm û dagîrkariyê bi dawî bînin.”

Cotyarekî din ê Kurd ku xelkê gundê Tercîl e û navê wî Seyd Ebdul e, wiha dibêje: “Niha dîsa Erdê Kurdan tê dagîrkirin, ku 6 hezar donim erd dagîr kirine.”

Welatî Umer Şamîl Axa jî ku 400 donim erdê wî hatiye dagîrkirin, dibêje: “Zilmeke mezin li me hatiye kirin û tawana me jî ew e ku em Kurd in. Niha em nikarin herin ser erdê bav û kalê xwe û ev yek zilmeke mezin e ku li me tê kirin. Belgeyê temam û rast di destê me de hene ku ew erd ê me ne û tapoya wan li cem me heye. Lewma jî em daxwaz ji parlemanterên Kurd dikin ku bi rêya Hikûmeta Iraqê guvaşê bikin da ku erdê Kurdan li wan vegerînin.”

Derbarê wê yekê de, Parlemanterê PDKê li Iraqê Rêbwar Hadî ragihand: “Me hewlên xwe xwe zêdetir kirine ku bo ku em rêgiriyê li dagîrkirina erdê Kurdan li Kerkûkê bikin. Em hewl didin ku rewşa Kerkûkê asayî bikin û nabe ev rewş berdewam be, ji ber ku tevahiya wan pêngavên ku li Kerkûkê tên avêtin neyasayî ne.

Nûçeyên têkildar