Serok Barzanî: Bila Êzdî biryara çarenivîsa xwe bidin û pêşeroja xwe diyar bikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrzbahiyê arastî tevaya Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê kir, bi hilkefta hatina cejina serê sala Êzdî ku bi Çarşema Sor tê naskirin û di wê peyamê de daxwaz kir ku Êzdî biryarê li çarenivîsa xwe bidin û pêşeroja xwe diyar bikin.
Deqa peyama Serok Barzanî:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina cejna serê sala Êzdî, Çarşema Sor, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê ji wan re dixwazim.
Di salên derbasbûyî de xuşk û birayên Êzdî bi sedema zilm û tawênên terorîstan û nehezan êş û janeke zêde kişandin ku di dîrokê de wêneyê wê nebûye.
Li vir ez tekeziyê li ser wê yekê dikim ku bi hemû şiyanekê ve em piştgîriya daxwaziyên xuşk û birayên Êzdî dikin û pêwîst e jî hemû alî hevkar bin ji bo wê yekê ku Êzdî bikaribin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û pêşaroja xwe diyar bikin û birînên xwe bikevînin. Dawî li koçberî û êşên wan bê.
Bi vê boneyê, ez xuşk û birayên Êzdî û hemû pêkhateyên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û divê ev çanda dewlemend û birayetî û tebayî bê berfirehtirkirin.
Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên xwe bi şadî û bextewerî pîroz bikin û bimînin bi xêr û xweşî.
Mesûd Barzanî
16.04.2019”




