Serokê Hikûmeta Nemsa: Em piştevaniya Herêma Kurdistanê dikin

Nemsa-KDP.info- Serokê Hikûmeta Nemsa û cîgirê serokê Lawên Siyasî yên Cîhanê û Ewropa civiyan û behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kirin û Serokê Hikûmeta nemsa piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê nîşan da.
Felah Hesen, ew ciwanê Kurd ku cîgirê serokê Lawên Siyasî yê Cîhanê û Ewropa ye, ji bo beşdariya di civîna serokatiya Lawên Siyasî yên Ewropa de li Viyêna ye û li wir bi Serokê Hikûmeta Nemsa Sîbastiyan Kurz re civiya.
Felah Mistefa behsa wê civînê dike û dibêje: “Hevdîtina me pir birayane û dostane bû. Min jê re behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jî piştî serkeftina Hêzên Pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê de. Wî jî tekez kir ku ew berdewam piştevaniyê li Herêma Kurdistanê diki




