Davosê: Hevdîtinên serok Barzanî bi rayedarên hin dewletên cîhanê re berdewam dikin

Li duyem roja beşdarbûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Kongreya Davosê da, li gel her yek li Evês Rosîêr Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derveyê Swîsre û Mark Rute Serok Wezîrê Holenda û Necîb Mîqatî Serok Wezîrê Lubnan û şandekî Kongresa Emerîka ya bi Serokayetiya Serokê Zorîne Erêk Kentur û her wiha li gel Peter Muwer Serokê Xaça Sora Navdewletî hejmarek civîn encam da.
Li civînê de li gel her yek ji Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derveyê Swîsre û Serok Wezîrê Holenda û şandekî Kongresa Emerîkî komek babet hatin axaftin ku taybet bûn bi pêvajoya Iraq û pêwendiya Herêm û Bexda û her wiha pêvajoya Suriye û rola Kurd li wî welatî da. Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derveyê Swîsre û Serok Wezîrê Holenda û şanda Kongresa Emerîka ji bo wê geşbûna aboriya Herêm û ew aramiya ku li Herêmê da heye her sêyan destxweşiyê li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.
Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derveyê Swîsre behsa rola Serok Barzanî yê ji bo gihandina Herêma Kurdistanê bi wê asta ku pê hatiye nasîn û danustandina dîtin û nêrîna xwe yên di derbarê bi paşaroja Herêmê li çarçêweya Iraqê da li gel Serok Barzanî kirin.
Serok Wezîrê Lubnan jî, ji bo wê girîngiya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatiyên Lubnanê dide spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku ew welatî bi karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê xweşhalin û Hikûmeta Lubnan jî biryar daye li paşarojeke nêzîk da Konsolxaneyekî Giştî li Herêmê veke û her du alî jî bi têr û tije behsa bandora rewşa Suriye yê ya li ser Lubnan û Iraqê da kirin.
Li civîneke din de li gel Serok Wezîrê Holenda, Serok Wezîrê Holenda beramber bi pêşveçûnên Herêmê xweşhaliya xwe derbirî û wê pêşveçûnê jî bi serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî ve vegerand.
Serok Barzanî spasî Hikûmet û xelkê Holenda kir ku li demên dijwar de dergehê Holenda li ber penaberên Kurd de vekir.
Her wiha nirxandina rewşa Suriye mijareke dinê civîna Serokê Herêm û Serok Wezîrê Holenda bû û li vî warî de Serok Wezîrê Holenda ragihand ku welatê wan ji nêzîkve çavdêriya rewşa Suriye dike û behsa rola Serok Barzanî jî li alîkarîkirina penaberên wî welatî li Herêmê de kir.
Li civîneke din de li gel Serokê Xaça Sora Navdewletî, Serokê Xaça Sora Navdewletî xweşhaliya xwe bi alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo penaberên Suriye derbirî û balkişand li ser wê yekê ku nûnerê wan li Herêma Kurdistanê gelek bi girîngî ve temaşa alîkariyên Herêmê dikin û her wiha ji bo wan karhêsaniya ku ji bo wan tê kirin li serdankirina zîndaniyaniyên Herêmê bi bêyî tu gîr û giriftek.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramber wan nirxandinan ragihand ku Herêm berdewam dibê li pêşkêşkirina wan karhêsaniyan û amadehiya xwe jî li gûhgirtina ji her rexneyek derbirî ku pêşkêşî Herêmê tê kirin û eve jî ragihand ku li Herêmê da tu zîndaniyek tûne ku li ser bîr û ramanên siyasî hatibe girtin û Xaça Sor jî dikarê roleke girîng bibînê li gihandina yarmetiya mirovî ya li nav Suriye, bi taybetî li navçeyên aram de.
Serok Barzanî daxwaz ji Serokê Xaça Sora Navdewletî kir ku serdana Kurdistanê bike û Serokê Xaça Sor jî vê daxwaza Serok Barzanî qebulkir.
Hêjayî gotinêye şanda Herêma Kurdistanê ku pêkhatiye ji Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Wezîrê Herêm û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştî û Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Nivîsîngeha Pêwendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê ji li gel beşdarvana wan ya li vê civînê de, beşdarî li du civînên aboriyê dinê cîhanî kirin ku yek ji wan Serok Wezîrê Holenda û Danîmark û Elmanya û Îtalya û Îrlanda beşdarbûn




