26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Şah Ebdullah: Kurdistan û Urdin pêwendiyên xwe yên abûrî bihêz dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Şah Ebdullah civiyan û di civînê de pêwendiyên abûrî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Urdinê gotûbêj kirin.

Îro Yekşema 07.04.2019 Şah Abdulahê Şahê Urdinê li Koşka El Husêniye pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re kir.

Di vê hevdîtinê de Şah Abdullah kêfxweşiya xwe bi pêşveçûn û baştirbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda derbirî û ragihand ku başbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda di berjewendiya hemû aliyekî de ye.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên herdû aliyan û berdewamiya wan pêwendiyan kirin û ronahî jî xistin li ser pêwendiyên abûrî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahê Urdinê û tekez jî li ser hevahengî û hevkariya berdewam a bi navê şerê terorê û tundiyê û nehiştina terorîstan kirin.

Nûçeyên têkildar