Serok Barzanî li Urdinê bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi serdanekê gihîşte Emmana paytexta Urdinê û dê beşdarî di Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî de bike.Serok Barzanî li Urdinê bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Roja în 05.04.2019 li ser vexwendina fermî ya Şah Adullah Paşayê Urdinê û bi mebesta beşdarîkirina korbenda salaneya Aborî li Behr Elmeyt (Deryaya Mirî) Serok Mesûd Barzanî li gel şandekî ku ji Fazil Mîranî Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn, gihîştin Ammana paytexta Şahnişîna Urdinê û li Firokxaneya Amman ji aliyê Emîr Feysel Bin Huseyn birayê Paşayê Urdinê ve hate pêşwazî kirin.




