Konsul û nûnerên 14 welatan serdana mezarê nemiran kirin

Barzan-KDP.info- Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDK û konsul û nûner û dîplomatkarên 14 welatan li Herêma Kurdistanê serdana mezarê Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî kirin.
Li wir Nûnerê Serok Barzanî Xelat Barzanî pêşwazî li wan kir û bi navê Serok Barzanî bixêrhatina wan kir û bi kurtî behsa xebat û rêbaz û şoreşên Barzaniyê nemir kir.

Bi navê şanda mêvan, Konsulê Japonyayayê Moryaso Eweşî behsa rola general Barzanî di bidestanîna mafê gelê Kurdistanê de, kir û amaje bi rola wî kir di parastina hemû pêkhateyên Kurdistanê de.
Moryaso Eweşî ragihand ku Barzanî şoreşa Barzanî ne tenê ji bo gelê Kurd bû, lê belê xebat ji bo azadî û aştiyê dikir, lewma jî Barzanî kesayetiyeke xuya ye ku dîrokî û niştimanî ye li ser asta hemû cîhanê.




