“Bi biryara Nêçîrvan Barzanî dê rizgarkirina revandiyan berdewam be”

Duhok-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan li Parêzgeha Duhokê Hisên Qaîdî dibêje, rojne ew rojane kar li ser rizgarkirina Kurdên Êzdî yên di destê DAIŞê de dikin û bi biryara Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê rizgarkirina wan revandiyan berdewam be.
Hisên Qaîdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevî ragihandina bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, lê belê heta niha zêdetirî 2900 kesên Êzdî di destê DAIŞê de mane û lêgerîn li dûv wan berdewam e, ku tîmeke me berdewam kar dike ji bo rizgarkirina wan.”
Qaîdî wiha got: “Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye ku heta yek kes jî di destê hovên DAIŞê de mabe, dê ofîsa me berdewam be li ser hewlên rizgarkirina wî.”
Hisên Qaîdî got ku, li gorî amarên dawî yên rizgarkiriyên wan revandiyan, heta niha 3424 kes hatine rizgarkirin û zêdetir ji 2900 kesan di destê DAIŞê de mane.




