26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê li Xaneqîn: Ereb bi alîkariya Heşda Şeibî erdê Kurdn dagîr dikin

Çavkanî: KDP.info

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDK li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku Heşda Şeibî hêzeke tundrew li Xaneqîn bicîh dike da ku ew navçeyên ku di destê Kurdan de mane jî dagîr bikin û bi hatina wan metirsiyeke mezin heye, ji ber ku hêzên Kurdî rê nadin wan û dê bi hatina wan şer derkeve.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya çend rojan xwepêşandanek ji aliyê cotyarên Kurd ve hat lidarxistin li dijî dagîrkirina erdên wan ji aliyê Ereban ve, ku Heşda Şeibî alîkariya wan Ereban dike ku erdê Kurdan dagîr bikin.”

Şêx Ceifer wiha got: “Heta ew hêzên Heşda Şeibî li navçeyê bin dê dagîrkirina erdên Kurdan berdewam be, ji ber ku ew li navçeyê deselatdar in. Heşda Şeibî hêzeke tundew aniye nava navenda me li Xaneqîn û karên pir xerab li dijî Kurdan dikin. Bi hatina wan hêzan dê rewşa Xaneqîn bi yekcarî têk biçe.”

 

Nûçeyên têkildar