“Êzdî ji refên PKKê dûr dikevin..Heşda Şeibî piştgiriyê li PKKê dike”

Şingal-KDP.info- Berpirsê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand ku PKK û artêşa Iraqê hêzeke mezin li Şingalê kom kirine û ew mohleta ku dabûn PKK ku ji Şingalê derkeve, bidawî hatiye û venekşiya ye. Herwiha tekez dike ku ew Êziyên ku bibûn çekdarê PKKê, ji refên wê dûr dikevin.
Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê 72 saet mohlet dabû PKK ku ji Şingalê derkeve û niha ew mohlet bidawî hatiye û PKK li cihê xwe ye. Herwiha behsa wê yekê tê kirin ku ew mohlet heta serê mehê hatiye dirêjkirin, lê sedema ku PKK venekişya ye ew e ku Heşda Şeibî piştgiriyê li PKKê dike.”
Qaçax wiha got: “Hêzeke mezin ji Sûriyê hatiye ji bo piştgiriya PKK û artêşa Iraqê jî hêzeke mezin aniye Şingalê, ku Şingal bûye navendeke leşkerî mezin. Lewma jî eger rewş wisa berdewam be û PKK venekşe, dibe ku şerekî mezin li wir derkeve.”
Wî berpirsê PDKê li Şingalê wiha domand: “Xelkê Şingalê di nava tirseke mezin de ne û biryar eli nahiyeya Sinûnê ji bo derketin PKKê xwepêşandaneke mezin lidar bikeve, ji ber ku xelk naxwazin PKK li Şingalê bimîne.”
Qadir Qaçax ragihand ku, piştî bûyerên vê dawiyê, beşek ji zelkê Şingalê yên ku tevlî PKK bibûn, dest ji PKK berdidin.




