26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulê Rûsya: Barzaniyê Nemir bingeha pêwendiyên Rûsya û gelê Kurdistanê danî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Barzaniyê Nemir roleke mezin dît di avakirina pêwendiyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê de.

Îro Pêncşema 28.03.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Oleg Levin Konsulê Rûsya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Rûsya li Hewlêr silavên Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekezkirina li ser pêwendiya dîrokiya di navbera her dû aliyan û rola Barzaniyê Nemir li kûrkirina peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya, pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe bi girîng wesif kir û herwiha balkişand li ser daxwaza Rûsya ya di

berfirehtirkirina pêwendiyên di navbera herdû aliyan de û bi taybetî jî di warên enerjî û avakirin û xwendin û çalakiyên kultûrî de. Di beşeke din a axaftina xwe de Konsulê Rûsya li Hewlêr rola gelê Kurdistanê li rûbirûbûna teror û tundiyê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên Hikûmeta Rûsya ya li ser doza gelê Kurdistanê hebû. Eve jî dûpat kir ku pêwendiyên gelê Kurdistanê û Rûsya dîrokî ne û li Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo pêşxistina wan pêwendiyan heye.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî ji bo Konsulê Rûsya di karê wî de xwest. Di derbarê şerê terorê de jî Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku cihê şanaziyê ku yekem pêngana şikandina heybeta DAIŞê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.

Rewşa siyas ya navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda mijareke din a vê civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar