Serok Barzanî: “Koçer Bîrkar” bi bo hemû Kurdan cihê şanaziyê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li zanayê navdarê Kurd û cîhanê û wergirê xelata Fields a Matemaîtkê, Professor Dr. Koçer Bîrkar kir. Serok Barzanî di vê hevdîtinê de ji Koçer Bîrkar re ragihand, tu ji bo her kurdekî cihê şanaziyê yî.
Serok Barzanî îro 28.3.2019 li Pîrmamê pêşwazî li zana û bîrmendê Kurd û wergirê xelata Fields a Matematîkê, Dr. Koçer Bîrkar kir.
Di vê hevdîtinê de Barzanî ji ber bidestxistina wê xelata giring a cîhanî pîrozbahî li Dr. Koçer Bîrkar kir û ragihand: Koçer Bîrkar ji bo her kurdekî cihê şanaziyê ye û hêvî kir ku kesên mîna Dr. Koçer di nav xortên Kurd de zêdetir bibin.
Serok Barzanî herwiha anî ziman, destkevtên Dr. Koçer Bîrkar di warê zanistê de wê yekê diselimîne ku eger firsend û derfet bo lawên Kurd çêbibe, dikarin mîna lawên din ên cîhanê di warên zanistan û dahênanê de serkeftinên mezin bi dest bînin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe bo hewlên wî zanayê Kurd di perwerdekirin û pêgihandina xwendekarên Kurdistanê de jî anî ziman û hêviya serkeftin û temendirêjiyê ji Koçer Bîrkar re xwast.
Di hevdîtinê de, Dr. Koçer Bîrkar jî spasiya piştgiriyên Serok Barzanî kir û behsa hinek proje û bîrokeyên xwe kir ku dixwaze li Zanîngeha Selahedînê û ji bo alîkariya xwendekarên Kurdistanê pêşkêş bike.




