26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Navdewletî serdana mezarê nemiran kir

Çavkanî: KDP.info

Barzan-KDP.info- Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana mezarê nemiran li Barzan kir û taceke gulan wek rêzê li ser danîn.

Îro şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ligel Fermandarê Eniya Giwêr û Mexmûrê ya Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî, serdana mezarê nemiran kirin.

Nûnerên Amerîka û Almanya û Hengaristan û Îtalya û Fînlanda di wê şandê de bûn û yek bi yek tacên gulan li ser mezarê nemiran danîn.”

Li wir Eqîd Vêndêl bi navê şanda Hevpeymaniya Navdewletî axivî û spasî û destxweşî li wan hemû kesan kir ku xebat kirine û wiha domand: “Em serê rêzê ji bo xebat û qurbanîdana Pêşmerge û wan şehîdan datînin, ku ne tenê ji bo Kurdistanê lê belê ji bo Iraq û hemû cîhanê piştrast kirine ku ew dikarin li dijî DAIŞ û dijminan biser bikevin.”

Nûçeyên têkildar