26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li ser bûyera li Mûsilê peyama sersaxiyê belav kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera li Mûsilê re xwest, ku li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê qûlipî û zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Peyama Serok Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin roja pêncşemê 21/03/2019an li bajarê Mûsilê li çemê Dîcleyê keştiyek noqî avê bû û hejmareke mezin ji welatiyan, bûn qurbanî.

Ji ber vê bûyera xembar sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî xizmên qurbaniyên vê bûyera dilzîz û niştecihên bajarê Mûsilê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku sebr û aramî bide xizmên qurbaniyan û hêviya başbûna birîndaran û dîtina windabûyiyan dikim.

Mesûd Barzanî

21/03/2019”

Nûçeyên têkildar