26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji Iraqê dike ku Helebçe qerebû bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebçe de peyamek belav kir û daxwaz dike ku hikûmeta Iraqê, ji aliyê madî û menewî ve Helebeçeyê qerebû bike.

Encûmena Wezîran di peyama xwe de diyar kiriye ku "em ji hikûmeta Iraqê çaverê dikin ku erkê xwe yê yasayî û exlaqî derheqê vê parêzgehê û niştecihên wê de bi hemû cure giringîdanê cîbicî bike".

Li ser qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê, Encûmena Wezîran dibêje ku "bîranîna vê karesatê, ji bilî ku ji qurbaniyên gelê me û dîroka me ya tijî têkoşîn û qurbanîdanê re rêzgirtin e, tekezkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî bo giringîdana cidî ya jiyan û xizmetkirina birîndaran û malbat û xizmên qurbaniyên çekên kîmyayî û xizmetkirina zêdetir ji bo Helebceya ezîz".

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê herwiha eşkere dike: “Weke çawa Helebçeya Şehîd sembola êş û qurbaniya gelê me ye, bi heman şêwe jî sembola xweragirî û zindîmanê ye.”

 

Nûçeyên têkildar