Mîranî: Civînên PDK û YNK dê heta rêkeftinê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku civîn û hevdîtinên PDK û YNK dê berdewam bin heta ku herdû alî bighên rêkeftineke dawî.
Fazil Mîranî ji rojnamevanan re ragihand: “Di civîna duhî de, PDK û YNK lihev kirin ku hevdîtin û civînên xwe berdewam bikin heta ku bighên rêkeftina dawî. Herwiha ew civîn bi awayekî eşkerr bû û tişta di bin ziman de, hat ser ziman. YNK daxwazên xwe got û tişta ku ji destê me bê emê daxwazên wan cîbicî bikin.”
Mîranî tekez kir ku YNK şirîkê wan ê dîrokî û cografî ye û ji bo kursiyekî ew şirîkatî xera nabe û Serok Mesûd Barzanî hest bi berpirsyaretiyê dike li hemberî wê şirîkatiyê. Bila êdî berjewendiyên hizbî ne armanca me ya sereke be û berjewendiya milet di ser her tiştî re be.




