26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Wezareta Derve ya Amerîka bi Serok Barzanî re civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind ji Wezareta Derve ya Amerîkayê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan silavên Cîgirê Serok Amerîka gihand Serok Barzanî û tekezî li wê yekê kirin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê pêzanîneke zêde ji bo Herêma Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî de heye. 

Îro Pêncşema 7.03.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka ya Karûbarên Gengeşe û Aramiyê Denis Natali û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Îran û Iraqê Andro Pek û Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve yê Amerîkayê pêk hatibûn.  Di hevdîtinê de şanda mêvan silavên Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ji Serok Barzanî re gihandin û herwiha tekezî li wê yekê kirin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê pêzanîneke zêde ji bo Herêma Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û olî de heye. 

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Cîgirê Serokê Amerîkayê kir. Herwiha teqdîrên xwe ji bo xwemxurî û têbiniyên Cîgirê Serokê Amerîka ya li ser pêkhatên neteweyî û olî yên Iraqê hebû.  Her di vê civînê de rewşa koçberan û navçeyên azadkirî hate nirxandin û herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e asayîş û aramî û xizmetguzarî li navçeyên wan bê dabînkirin û vegerandina koçberan û paşaroja wan bê mîsogerkirin. 

Di beşeke din a vê hevdîtinê de di derbarê metirsiyên terorê û pêwîstiya şerê hemû aliyên hizra tundiyê li Iraqê û navçeyê de danûstandina bîr û ramanan kirin.  Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê mijareke din a vê hevdîtinê bû û tekez li ser peywendî û hevahengiya berdewamiya di navbera her dû aliyan kirin.

Nûçeyên têkildar