26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Di dema dijwar de Almanya alîkariya me kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel şandeke welatê Almanya de, spasiya wî welatî kir ku di dema dijwar de alîkariyên mirovî û leşkerî da Herêma Kurdistanê.

Îro Pêncşema 7.3.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kristyan Pak Rêveberê Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya di Wezareta Derve ya Almanya de û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Pak kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û herwiha rola Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û hewandina hejmareke mezin ji koçber û penaberan û parastina wan, bilind nirxand. Pak got ku alîkariyên welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û dê pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên berdewam ên Almanya di demên dijwar de ji bo Herêma Kurdistanê û nexasim di warê mirovî û leşkerî de, kir û got ku Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Almanya bihêztir bike.

Di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên ewlehiyê û avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û çend mijarên din ên girêdayî proseya siyasî ya Iraqê, hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar