26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tevgera DAIŞê li çendîn parêzgehên Iraqê gotûbêj kirin.

Îro Pêncşema 7.3.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka û Berpirsa nivîsîngeha nakokiyan operasyonên aramiyê Denise Natali civiya.

Di civînê de her yek ji Andreu Peck Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka û Joey Hood karbirêkerê balyozxaneya Amerîka li Iraqê, Stephen Vagen Konsulê giştî yê Amerîka li Hewlêrê û hejmarek şêwirmend û berpirs amade bûn û peşhateyên siyasî û ewlekariyê yên navçeyê û pêşxistina pêwendî û hemahengiya di navbeyna Hewlêr, Bexda û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin.

Piştre Mesrûr Barzanî ronahî xist ser liv û tevgera DAIŞê li çendîn parêzgehên Iraqê, herwiha tekezî li ser rûbirûbûn a terorîstan û lezkirin di mekanîzma hevbeşiyê di navbeyna Hêzên Pêşmerge, Hêzên Iraqê û Hevpeymaniyê de kir û ragihand, pêwîst e bi mekanîzmayên serdemyane kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn werin kirin , û xizmetguzarî û dîtina derfetên kar bo vegera awareyan bê dabînkirin.

Ji aliyê xwe ve, Denise Natali tekezî li ser wê yekê kir, ku welatê wê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya Destûrê de, ew hêz û aliyên Iraqê han didin û ragihand, ku têgihiştin û nêzîkbûna di navbeyna Hewlêr û Bexda de, bo tevahiya pirsgirêkan dibe bingehek baş, ji bo bidestxistina aştî û aramiyê ji bo Iraqê.


 

Nûçeyên têkildar