Serok Barzanî: Şahê Urdinê dost û birayê min e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Pîşesaziyê yê Urdinê civiyan û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got Şahê Urdinê dost û birayê min e. Wezîrê Urdinê jî silavên Şahê Urdinê gihand Serok Barzanî.
Îro Pêncşema 7.3.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Şahnişîna Urdinê kir ku ji Dr. Tariq El Himurî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî û Menteser Eqle Balyozê Urdin li Iraq û Heysem Ebulful Konsolê Şahnişîna Urdin li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Urdin li Iraqê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdinê silavên Şah Abdullah Padişahê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê kir. Herwiha pêzanînên xwe jî hebû, ji bo wê aramî û pêkvejiyana li Kurdistanê da heye û wê yekê bi sedema pêşketin û paşarojeke baş da zanîn.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Şahê Urdinê kir û bi dost û birayê xwe zanî û herwiha pêzanînên xwe ji bo helwestên Şahê Urdinê li beranber gelê Kurdistanê de hebû.
Her di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna hizra tundî û terorê hate gotûbêjkirin.
Her wiha pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




