26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Urdin pêwendiyên xwe bihêz dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Urdinê Dr. Tariq Mihemed û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê herdû aliyan tekez kir ku ewê pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

Di hevdîtinê de Balyozê Urdinê yê Iraqê Muntesir Uqle û Konsolê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Heysem Ebuful û hejmarek berpirs û şêwirmend jî amade bûn.

Herwiha di hevdîtinê de gugtûgo li ser pêşhate û pêşketinên navçeyê bi giştî û pêşxistina peyvendiyên dualî yên navbera herêma Kurdistanê û Urdinê yên hemû derbarê de hatin gotûbêj kirin. vê derbarê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdinê daxwaza serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest û hêviya pêşdeçûna zêdetir ji Herêma Kurdistanê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên kevin ên navbera gelê Kurdistanê û Urdinê de kir û rol û pêgeha Qral Ebdulayê duyem jî giring û pir bi nirx ve pênase kir, di kar kirina berdewamî ya peyvendiyan de û hêviya berfireh kirina vê peyvendiya taybet a warê aborî û bazirganiyê xwest û ragehand, li Herêma Kurdistanê bingeh û derfetên berhemanînê li bar in û hatina şîrketên Urdinê bo beşdarbûna vejandin û ava kirina Herêma Kurdistanê de wek pêwîstî em dibînin.

Pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pêşketinên li navçeyê mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar