26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: Rêkeftina PDK û YNK dê bandoreke baş li hemû waran bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî îmzekirina rêkeftina siyasî ya di navbera PDK û YNK de, Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, îro rojeke dîrokî ye û dê ev rêkeftin bandoreke baş li ser hemû waran bike.

Îro PDK û YNK lihev kirin û rêkeftineke siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê îmze kirin. Berdevkê PDKê derbarê wê rêkeftinê de ragihand ku ev rêkeftin di ast û daxwaza xelkê Kurdistanê de dibe.

Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Îro rojeke dîrokî ye, ku PDK û YNK rêkeftinekê îmze dikin û dê bandora baş a vê rêkeftinê li ser hemû waran hebe û dê di ast û daxwaza xelkê Kurdistanê de be. Ev rêkeftin ji bo tebayî û yekrêzî û parastina axa niştiman e. Emê herdû alî hewl bidin ku jiyana xelkê Kurdistanê baş û baştir bikin. Dê xizmeta warê abûrî bike. Di rêkeftinê de amaje bi çareserkirina pirsa Kerkûkê û danîna wezîrê dad ê Iraqê jî hatiye kirin.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Garentiya her rêkeftinekê bawerî ye, ew baweriya ku di navbera me de heye. Dema ew rêkeftin hat cîbicîkirin, emê ji xelkê xwe re xal bi xal eşkere bikin.”

Nûçeyên têkildar