26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK rêkeftinek xwe îmze kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl rêkeftina PDK û YNKê îmze kirin.

Îro li Hewlêrê, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî, rêkevtina navbera herdu partiyan bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê îmze kirin.

Ev lihevkirina PDK û YNKê piştî wê yekê tê ku duhî şandeke YNKê bi serokatiya Kosret Resûl ligel Serok Masûd Barzanî civiya bû û di wê hevdîtinê de herdû aliyan lihev kirin ku arîşe û pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Nûçeyên têkildar