Dihok: Komara Kurdistan hat bibîranîn
Bi helkefta bîreweriya salvegera 67 saliya damezrandina komara kurdistan û lijêr diroşma dihok paytexta zîndîkirina bîreweriyên netewî ye, û bi amadebûna pêşangeheka rojnamegerî û dîkumêntarî li ser komara kurdistan bi çavdêriya lîwa Hesen Nurî fermandê pêşmergê ya parastina jîngehê bo Ferhad Dawud li hola şehîd selman li dihokê vekir.
Roja 22/1/1946`an roja damezrandina komara Kurdistanê ya li rojhilata Kurdistanê bi serkêşyia pesewa Qazî Mihemed e ku yekemîn komara bi navê Kurdistan hate damezrandin




