26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakisyona PDKê: Emê li ser rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistabnê de, di salvegera koça dawî ya Rêberê Şoreşa Rizgarîxwaz a Gelê Kurd Mistefa Barzanî de, tekez kir ku ewê berdewam bin li ser rêbaza nemir a pîroz û ewê pêbendî edaleta Barzaniyê Nemir bin.

Frakisyona PDKê di peyamekê de di salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir de, ragihand: “Koça dawî ya Barzaniyê Nemir ziyaneke mezin gihand şoreş û gelê Kurdistanê. Lê bi hikmet Serok Mesûd Barzanî û Kak Îdrîsê herdem sax û bi îradeya xelkê Kurdistanê û azdîxwazan, careke din şoreşa gelê Kurdistanê li dijî sitem û dagîrkariya Beis destpê kir.”

Frakisyona PDKê wiha domand: “Barzaniyê Nemir wek rêber û pêşmergeyek, hemû jiyana xwe xist xizmeta gelê Kurdistanê û doza rewa ya miletê xwe. Em jî di Frakisyona PDKê de, ku em li ser wê rê û rêbazî dimeşin, pêbend in bi heman xebatê ji bo bidestxistina mafên Pêşmerge û gelê Kurdistanê di parlemento de û em pêbendî edaleta Barzaniyê Nemir in.”

Frakisyona PDKê ragihand: “Di vê rojê de, em hêvî dikin ji partiyên siyasî yên Kurdistanê ku bi yekrêzî ş yekgotarî kar ji bo vegerandina Kerkûkê û hemû navçeyên Kurdistanî bikin, ku Barzanî qet razî nedibû tenê bustekê ji axa wan navçeyan jidest bide. Emê li ser wê rêbaza pîroz berdewam bin.”

Nûçeyên têkildar