26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Divê hûn aşkera bikin li Almanyayê dê kîjan siyasetmedarên kurd bên kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê BDP Selaheddîn Demîrtaş li dijî gotinên Alîkarê serokê partîya dad û geşepêdanê (AKP) Mehmet Alî Şahîn ku ragihandibû “Dibe ku li Almanyayê jî weke kuştinên li Parîsê, kuştin çê bibin” nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş ji hikûmeta Tirkiyeyê ya bi desthilatdarîya AKP daxwaza rohnkirinê kir û pirs kir, ku gelo “Li Almanyayê dê kîjan siyasetmedarên kurd bihêne kuştin?”

Selaheddîn Demîrtaş duhî li Parlamenta Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de axivî. Demîrtaş di axavtina xwe de operasyonên KCK û kuştinên Parîsê şermezar kir û bi bîrxist ku 7.5 meh berê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya hatibû binçavkirin. Demîrtaş got: “Şaredarê me 7 meh in girtî ye. Bekîr Kaya niha nikare li dadgehê bi zimanê dayikê parastina xwe bike. Jixwe rewşa Kaya rewşa demokrasiya Tirkiyeyê derdixe holê.”

 

Demîrtaş li hemberî Fransayê jî rexneyên tund kirin û da xuyakirin: “Hikûmeta Fransayê gotibû em ê kiryaran derxin holê. Me jî gotibû derxistina kiryaran gelek hesan e, çimkî herêma ku 3 jin tê de hatine kuştin 24 seat bi kamerayan tê şopandin. Niha li ser bûyerê re 2 hefte derbaz bûne, Fransa tenê kujer dîtiye. Ma ji destê wan tenê ev tê?”

 

Hevserokê BDP Demîrtaş gotinên alîkarê serokê AK Partiyê Mehmet Alî Şahîn ku gotibû “Dibe ku li Almanyayê jî weke Parîsê hin kes bohên kuştin” bi bîr xist û nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş di evê bareyê de got: “Divê hûn aşkera bikin li Almanyayê dê kîjan siyasetmedarên kurd bên kuştin.”

 

Mehmet Alî Şahîn duh hikûmeta Almanyayê li hemberî PKK’ê hişyar kiribû û ji hikûmeta Almanyayê re wiha gotibû: “Hûn li ser bombeyekê rûdinên. Dibê ku di rojên nêz de li Almanyayê jî kuştinên weke Parîsê çêbin. Divê hûn baldar bin.”

 

Peyamnêr

Nûçeyên têkildar