Gedo: Piştî nemana DAIŞê jî rewşa Sûriyê aram nabe

Duhok-KDP.info- Endamekî Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê dibêje, nemana DAIŞê li Sûriyê nayê wê ramanê ku dê Sûriye aram bibe.
Pir kêm maye ku DAIŞ li Sûriyê hemû axa bin destê xwe jidest bide. Çavdêrên siyasî dibînin ku rewşa Sûriyê aloztir bûye û niha çendîn hizrên nû ji bo rewşa Sûriyê çêbûne û vê yekê jî nakokî xistiye navbera welatên mezin de li ser wî welatî.
Derbarê vê yekê de, Ebdulah Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Kirîza Sûriyê ne bi hatina DAIŞê destpê kiriye û ne bi nemana DAIŞê jî dê bi dawî were, ji ber ku niha Sûriye bûye meydaneke siyasî ji welatên mezin re.”
Gedo wiha got: “Niha bizav berdewam in ji bo çareserkirina siyasî û rêveberiyeke hevbeş bo Rojavayê Kurdistanê. Hemû cîhan dibînin ku tiştekî baş e Kurd roleke sereke di rêvebirina Sûriyê de hebin.”
Heriwha Gedo got: “Em wek ENKS di nava Îtîlafê de bi gelek berpirsên welatan civiyane û me behsa rewşa Sûriyê kiriye, ew jî piştevaniyê li ENKSê û Pêşmergeyên Roj dikin, ji bo beşdariya di îdareya Rojavayê Kurdistanê de, ji ber ku em xwedî hêzeke paqij in û wê hêzê şerê terorê kiriye.”




