26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêbarî: Bê Pêşmerge navçeyên Kurdistanî aram nabin..DAIŞ dixwaze vegere Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, pêwîst e Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê lezê bikin di avakirina hêzeke hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, ji ber ku DAIŞ dixwaze bi hêzeke mezintir berê xwe bide Iraqê

Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pir girîng e ku lez bê kirin di avakirina hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê de, da ku ew hêz li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bicîh bibin. Pêşmerge hêzeke mezin e û şerekî mezin bi DAIŞê re kir û ew terorîst şikandin. Pêşmerge dikarin wan navçeyên Kurdistanî biparêzin û xwedî ezmûneke baş in di parastinê de.”

Zêbarî wiha got: “Niha Hikûmeta Iraqê mijûlî kontrolkirina sînorê di navbera Iraqê û Sûriyê de ye, ji ber ku DAIŞ dixwaze bihêzeke mezin ji Sûriyê vê Iraqê, nexasim li navçeyên Mûsil û Kerkûk û Diyala û Selahedîn û Enbar bicîh bibin. Rast e tê gotin ku DAIŞ ber bi nemanê ve çûye, lê ew terorîst şerê partîzaniyê dikin û êrîşên partîzanî pir zehmetir e ji şerê çeperan. DAIŞ niha li her derê heye, lê nexuya ye. Lewma jî pêwîst e Hikûmeta Iraqê sûd û mifayê ji hêz û karînên Pêşmerge bistîne.”

Babekir Zêbarî wiha domand: “Navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, bê Hêzên Pêşmerge dê nearam û neparastî bin. Xelkê wan navçeyan gelek ziyanan dibînin û metirsî li ser wir heye. Lewma jî pêwsît e lez bê kirin di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, da ku ew navçe hêj ziyanan nebînin.”

Serfermandarê berê yê Iraqê ragihand: “Herêma Kurdistanê kariye ku hêleke baş a bergiriyê ji Herêma Kurdistanê re ava bike û DAIŞ nikare wê hêlê bişkîne, lê xema Herêma Kurdistanê navçeyên Kurdistanî û hemû Iraq e, ku Hikûmeta Kurdistanê naxwaze DAIŞ careke din vegere Iraqê û hewl dide rêgiriyê lê hatina wan terorîstan bike.”

Nûçeyên têkildar