26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê û Konsulê Amerîka pirsa Kerkûkê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtbûroya PDKê û Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê civiyan û di wê hevdîtinê de çend pirsên girîng mîna avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û pirsa Kerkûkê gotûbêj kirin.

Îro Sêşema 26.2.2019 Mehmûd Mihemed pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîvn Feygn û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî û pêngavên piştî hilbijartinên 30 Îlonê û pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û jihevtêgiheştin û pêwendiya di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin.

Herdû aliyan tekez kir ku di berjewendî û xwesteka xelkê Herêma Kurdistanê ye ku pêngavên avakirina hikûmeta nû û çareserkirina pirsgirêkan bileztir bin.

Her di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên madeya 140 kirin û tekez kirin li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêjan û bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistaneke bihêz.

 

Nûçeyên têkildar