Serok Barzanî ji bo gelê Kurd li Sûriyê daxwazek ji Rûsya kir: Bilê êşa wan bidawî were

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji Rûsya kir ku rola wê hebe di bidawîhatina êş û asarên gelê Kurd li Sûriyê.
Îro Dûşema 25.02.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de ku Victor Simakov Konsolê Rûsya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Pûtîn û Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Serok Barzanî gihand û tekez li ser girîngî û pêgeha Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya Rûsya de û pêşxistina pêwendiyên di navbera herdû aliyan kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serokê Rûsya Vladîmêr Pûtîn û Hikûmeta Rûsya kir û pêzanînên xwe ji bo helwesta serok û hikûmeta Rûsya ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûda cûda de hebû. Herwiha Serok Barzanî pêşwazî jî li berfirehtirkirin û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.
Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê û Sûriyê axivîn û Balyozê Rûsya siyaset û stratejiya welatê xwe ya di derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên Sûriyê û herwiha rola Kurdan di pêşaroja Sûriyê de ji Serok Barzanî re eşkere kir.
Di derbarê vê mijarê de Serok Barzanî jî dilgiranî û nêrînên xwe ya di derbarê pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê û çareseriyan diyar kir û daxwaz jî kir ku Rûsya rola wê hebe ji bo rêgirtin û bidawîhatina êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê. Ji bo vê mebestê jî her dû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku di pêwendî û şêwiran de berdewam bin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û çarenivîsa Kerkûkê û pêngavên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê mijarên din ê vê civînê bûn.




