Balyozê Îranê: Aramiya Kurdistanê ji bo me girîng e

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îranê li Iraqê tekez dike, di siberojê de peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û dibêje, aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescidî civiyan.
Di civînê de amaje bi dawî gavên hilbijartin û pêkanîna saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê hat dayîn û tekezî li giringiya wan gavên demokrasî yên di navbeyna aliyan de hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Îranê li Iraqê ronahî xist ser mekanîzma ya pêşxistina peywendiyên digel Îraq û Herêma Kurdistanê û tekezî li piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Herweha ragihand, di siberojê de, dê wan peywendiyan bihêz bikin, û aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.




