Pêngava yekem a “Kurdistaneke Bihêz” destpê kir

Hewlêr-KDP.info- Siysetmedarekî Kurd ragihand ku pêngava yekem a Kurdistaneke bihêz destpê kir. Herwiha dibêje, erkê hikûmeta nû ya Kurdistanê bihêzkirina bingehên abûrî û encamdana çaksaziyê ye li Herêma Kurdistanê.
Piştî derbasbûna 4 mehan bi ser hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê, roja 18ê vê mehê desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin.
Siyasetmedar û parlemanterê berê yê Iraqê Mesûd Heyder wê pêngava partiyên siyasî yên ku di wê civînê de beşdar bûn, bi pêngaveke erênî bo destpêkirina Kurdistaneke bihêz binav dike.
Mesûd Heyder ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê rêya hikûmetên berî xwe berdewam bike û dê erkê wê yê sereke bihêzkirina bingeha abûriya Kurdistanê, ew jî bi encamdana çaksaziyên abûrî û avêtina pêngavan ji bo nehiştina gendeliyê li hemû cihan.”




