Xoşnaw: Parlemanto dest bi pêngavên duyem û yên piştî wê dike

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê PDKê Omêd Xoşnaw ragihand ku piştî desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin, dê pêngava duyem diyarkirina komîteyên nava parlemantoyê be.
Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hilbijartina desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, niha karê me yê duyem diyarkirina komîteyên nava parlementoyê ye û di nav de jî komîteya yasayî.”
Xoşnaw wiha got: “Emê ji komîteya yasayî destpê bikin ji ber ku bê komîteya yasayî ne em karin ti yasayekê derxînin û ne jî ti yasayekê bugherin. Di naverastina hefteya bê de dê civîna parlemantoyê bê lidarxistin û tê de dê wê demê komîteya yasayî bê avakirin.”
Wî parlemanterê PDKê wiha domand: “Pêngava piştî wê ya parlemantoyê dê yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê be, ku di parlemantoyê de dê serokê herêmê bê hilbijartin. Herwiha dê berbijêrê PDKê ji bo serokatiya hikûmetê bê erikdarkirin ku hikûmetê ava bike.”




