26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bazên Azadiya Kurdistanê baskê çekdarê T.C.K ragehandin

Çavkanî: KDP.info

Li Qamişlo hêza Bazên Azadiya Kurdistanê baskê çekdar ê Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) ragehandin, beyannama wan ji KDP.info re hate şandin, ev jî tekesta beyannameyê ye:

 

Bi navê Xwedanê dilovan beyannameya ragehandina damezirandina Bazên Azadiya Kurdistanê piştî bîst û dû heyvan ji serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê bo azadî û rizgariyê û mafên gelê xwe yên rewa, û rakirina zordarî û sitemkariya salan .. û piştî guhertinên mezin û xeternak di şoreşa gelên Sûriya de, ji kuştin û wêrankirin û mişixtkirinê ... Em sûnd dixwin bi kurd û Kurdistanê.. bi xwîna şehîdên rûmet û serbilindiyê.. ku em hilgirin çekan ser rêbaza Bavê netewa Kurd Barzaniyê nemir û Şêx Se-îdê Pîran û Qazî û Egîdê qehreman .. Ku gelê xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin û Sûriyeke demokrat û federal ava bikin ..amadekariya xwe zêditar dikin bo hêzeke kurdî yek bin siya Desteya Bilinda kurdî û komîteya wê ya leşkerî ya taybet de .. Nemirî bo şehîdên kurd û Kurdistanê û şehîdên rêbaza azdiyê ....

Bazên Azadiya Kurdistan 21 ê çele 2013

Nûçeyên têkildar