Serok Barzanî gehêşte Siwîsreyê û li gel rayedarên Kompaniya EXXON Mobil civiya

Bi mebesta beşdarî kirin di komcivînên Davosê de duhî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî gehêşte Siwîsreyê.
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo çend welatên Ewrûpayî duhî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tevî heyeta pê re gehêşte Siwîsreyê û biryare beşdariya komcivînên cîhanî yênku, li Bajarê Davosê tên lidarxistin bike.
Serok Barzanî di vê serdana Siwîsre li gel birêz Rêks Pîlerson Serokê Encûmena Raperandina Kompanya EXXON Mobîl civiya.
Li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Raperandina Kompanya EXXON Mobîl behsa çalakiyên Kompanya EXXON Mobîl kir ku ev demeke li Herêma Kurdistanê karê derxistina neftê dike.




