26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Gîrobûna proseya siyasî bandoreke xerab li van derfetên erênî dike”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayeyî Fexrî Kerîm kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan got ku pêwîst e proseya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bileztir bê kirin, ji ber ku gîrobûna wê proseyê bandoreke xerab dike li ser van derfetên siyasî yên erênî ku piştî hilbijartinan hatiye pêş.

Îro Sêşema 19.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Meda ya ji bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerê kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û herdû aliyan got ku pêwîst e proseya hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bileztir bê kirin, ji ber ku gîrobûna wê proseyê bandoreke xerab dike li ser van derfetên siyasî yên erênî ku piştî hilbijartinan hatiye pêş.

Herdû aliyan herwiha tekez jî kirin ku ji ber wê erka hestiyar ya ku ji hemû aliyên siyasî û abûrî ve dikeve ser milê Herêma Kurdistanê, pêwîst e şiyan ji bo yekxistina helwêsta partiyên Kurdistanê bên terxankirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekez kirin ku erka pêşî ya hilûmeta nû ya Herêmê ew e ji bo cîbicîkirina daxwazên gelê Kurdistanê lezê bike û warên abûrî û pêşketin û geşekirinê çalak bike.

 

Nûçeyên têkildar