26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pilana taybet a Mesrûr Barzanî ji bo 4 salên bê heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Abûrî yê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Dr. Bêwar Xinsî dibêje, ji bo 4 salên bê pilaneke taybet a Mesrûr Barzanî heye ji bo geşekirina sektorên abûrî û petrolê.

Dr. Bêwar Xinsî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mesrûr Barzanî ku kandîd ango berbijêrê PDKê ye ji bo serokatiya hikûmeta nû ya Kurdistanê, xwedî pilaneke taybet e ji warên abûrî û petrolê re heye.”

Xinsî wiha got: “Bihêzbûna pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, dibe sedem ku herdû hikûmet zêdetir bihvre kar bikin ji bo başbûna rewşa abûrî, ji ber ku gelek cih û bilokên petrolê mane ku Hikûmeta Kurdistanê hêj tê de kar nekiriye, nexasim jî li navçeya di navbera Zûmar û Şingalê de ku zêdetirî 100 km e, gelek petrol li wir heye û dikarin kar li ser bikin.”

Bêwar Xinsê wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku Herêma Kurdistanê û Iraq çiqasî karibin aramiya navçeyên xwe biparêzin dê ewqasî şirket û kompaniyên welatan bên û di petrol û gaza Kurdistan û Iraqê de kar bikin.”

Wî pisporê di warê petrolê de ragihand: “Pilana Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê heye ku îsal pilaneke wê ya baştir hebe ji bo kolandina bîrên nû û ji bo kişandina şirketên welatan ku bên li Kurdistanê kar bikin, ku bêguman dê ev yek rewşa jiyana xelkê Kurdistanê baştir bike.”

Nûçeyên têkildar