PDK û Goran rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin

Hewlêr-KDP.info- Di merasîmekê de li bajarokê Pîrmamê, rêkeftina navbera Tevgera Goranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê Celal Ceweher ji Goranê û Roj Nûrî Şawêys ji PDKê hate îmzekirin.
Endamê Polîtboruya PDKê, Roj Nûrî Şawêys piştî îmzekirina rêkevtinê di daxuyaniyekê de ragihand: “Me rêkevtina navbera Tevgera Goranê û Partiya Demokrata Kurdistanê îmze kir. Em hêvî dikin ev rêkeftin bibe sedema yekbûna rêzên tevahiya gelê Kurdistanê û pêşkevtina proseya siyasî, bi taybetî damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina hemû kêşeyan, ku ev yek xwesteka hemû aliyan e.”
Dr. Roj Nûrî Şawêys herwiha got: “Armanc ji vê rêkeftinê tenê ne ev e ku em û Tevgera Goranê bi tenê bixebitin, û derî vekiriye bo hemû partiyên din ku heman xwestek hene ji bo pêşxistina karûbarên welatên me û parastina destkevtên gelê me.”
Ji aliyê xwe ve, berpirsê Goran Celal Cewher jî wiha got: “Em vê rêkeftinê pîroz dikin û hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê li dora hikûmetê kom bibin da ku em vê qonaxa tije arîşe û kêşe derbas bikin. Daxwaz ji hemû endamên Goran dikim ku pêbendî vê rêkeftinê bin da ku bi alîkariya hemû partiyan em bighên aramiyê.”




