26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

Îro Şemiya 16.2.2019 li bajarê Munichê yê Almanya û di çarçoveya Kongreya Munich a Asayişê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dirêjahiya hevdîtinê xwe de ligel berpirsên welatan, ligel Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Xilusî Akar civiya.

Di wê hevdîtinê de Xilusî Akar pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir ji ber berbijêrbûna wî ji bo kursiyê serokatiya hikûmeta nû ya Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di wê hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û Iraqê di hemû waran de û nexasim di warê abûrî de, hatin gotûbêjkirin.

Herwiha herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pirsên ku li cem herdû aliyan girîng in, kirin.

 

Nûçeyên têkildar