Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê NY bo Karûbarên Sûriyê civiyan

Munich-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.
Di roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.
Her îro jî û berî civîna bi Geir Pedersen, Mesrûr Barzanî bi hejmarek parlemanterên opozisyona Almanya re civiyabû.




