26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heyeta hevbeş ya PDK û YNKê bi Yekgirtûya Îslamî re civiya

Çavkanî: KDP.info

 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) serdana  serokatiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Mihemed Ferc emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civîneke mişterik de, ji bona gihiştina kodengî û yekhelwestiyê li hember pirsên çarenivîsaz û ew pirsên têkelî bi pêşeroja Kurdistanê ve heye, her sê aliyan  pêvajoya siyasiya herêma Kurdistanê, rewş û aloziya Îraqê û guhertinên herêmî gotûbêj kirin.


Di civînê de tekîd li ser berdewamiya civînên navbera partiyên desthilatdar û partiyên opozisyonê û destnîşankirina kêmasiyan û çaresekirina pirsgirêkan bi awayekî ku, di berjewendiya pêşeroja herêma Kurdistanê de bin, kir.

 

Barzanî û Salih peyama serokê herêma Kurdistanê, YNK û ya PDK gihande emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û polîtbûroya wê û tekîd li ser giringiya rola Yekgirtuya Îslamî kir û civîna navbera serokê Kurdistanê û her sê aliyên opozisyonê bilind nirxand.

Di civînê de tekîd ki ser wê yekê hat kirin ku, her du partiyên desthilatdar tu xetên sor li hemer wan daxwaziyên aliyên opozisyonê ji bona çaksaziyê pêşkeş kirine nînin.

Ji aliyê xwe ve, Mihemed Ferec emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê di axavtina xwe de got ku, giringe hemû pirsgirêkên navxweyî bên çareser kirin û li ser diyarkirina  stratejîyeke hevbeş, serbixwe û yekgirtî hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li hev bikin daku bikaribin bi awayekî serkeftî miamileyê digel kirîza Îraqê û guhertinên welatn herêmî diqewimin bikin.

Nûçeyên têkildar