Mesrûr Barzanî û Serokê Asayişa Iraqê behsa bicîhbûna Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî kirin

Munich-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya, di civînê de Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariya ewlehî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Îro Înê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya Konferansa Asayişê ya Munichê li gel Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya, di civînê de behsa giringiya karkirin bi mîkanîzma ewlehiya hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê li navçeyên taybet bi madeya 140 hat kirin, herwiha behsa zêdebûna tevgera DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selaheddîn û Diyala û Enbar hat kirin.
Her di wê civînê de Mesrûr Barzanî tekez kir ku, westandina DAIŞê û êdîlojiya wê pêwîstiya xwe bi hevkariya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye.Herwiha behsa giringiya asayîkirina rewşa Kerkûkê li ser wê bingeha nexşerêya giradyî madeya 140 a destûrî hat kirin.
Şêwirmendê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weke mêvanekî sereke bo Konferansa Munichê hatiye vexwendin.




