26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî daxwaz ji Lavrov kir: Alîkariya mafê gelê Kurd li Sûriyê bikin

Çavkanî: KDP.info

Munich-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya û di wê hevdîtinê de daxwaz ji Lavrov kir ku mafê gelê Kurd li Sûriyê bê liberçavgirtin.

Di hevdîtinê de pêwendiyên dîrokî yên herdu welatan hatin gotûbêj kirin.

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê kurd li Sûriyê nîşan da û tekez kir ku, di her çareserkirinekê de bo kirîza Sûriyê divê mafê gelê kurd di wî welatî de were liberçavgirtin û hêvî kir ku, Rûsya di çarçoveya danûstandinên çarserkirina Sûriyê de alîkariya wê armancê bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew jî weke serkirdeyên cîhanê û berpirsên ewlehî yên navnetewî bi armanca beşdarîkirina konferansa Munich bi serokatiya şandekê ku, ji Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî Nûnerê Herêma Kurdistannê li Almanyayê Dilşad Barzanî pêk tê li Alamanyayê ye.

Mesrûr Barzanî di rûpela xwe ya taybet a twiterê de twettek nivîsansdiye û wiha gotiye: “Me cîvîneke berhemdar ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêk anî. Me behsa pêwendiyên mêjûyî yên xelkê Kurdistanê û Rûsyayê kir. Herwiha me behsa rewşa Sûriyê, pêwendiyên bazirganî yên ligel Kurdistanê û Iraqê ligel Rûsyayê kir.”

Nûçeyên têkildar