26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Lavrov li Almanya civiyan

Çavkanî: KDP.info

 

Munich-KDP.info- Îro davê nîvro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov li bajarê Munich yê Almanya civiyan.

Duhî Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê çû Almanya ji bo ku di Kongreya Munich a Aştiyê de beşdar bibe. Ew kongre îro destpê dike.

Di çarçoveya wê kongreyê de, îro Mesrûr Barzanî û Sêrgî Lavrov civiyan.

Herwiha dê Mesrûr Barzanî çendîn hevdîtin û çalakiyên din ligel şandên dîplomatîk û ewlwhî û parlemanterên welatan encam bide.

Kongreya Munich a Aştiyê salane birêve diçe, derbarê asayişa navdewletî û ji sala 1963an ve ev kongre birêve diçe.

Salane zêdetirî 350 serkirde û kesayetiyên diyar ji zêdetirî 70 welatî di vê kongreyê de beşdar dibin.

Nûçeyên têkildar