Encûmena Kerkûkê dê 18 mehê rewşa ewlehî û îdarî ya Kerkûkê gotûbêj bike

Kerkûk-KDP.info- Roja 18ê vê mehê ku dê ji piştî dagîrkirina Kerkûkê bo cara yekem Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicîve û rewşa ewlehî û îdarî ya wê parêzgehê gotûbêj bikin.
Ji dema dagîrkirina Kerkûkê ji 16ê Cotmeha 2017 ve û heta niha, Encûmena Barêzgeha Kerkûkê hêj neciviya ye.
Beriya demekê PDK û YNKê civiyan û lihev kirin ku roja 18ê vê mehê Parlamentoya Kurdistanê bicive û desteya serokatiya Parlamentoyê bê hilbijartin. Herwiha biryar dan ku di heman rojê de civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî lidar bixin.
Derbarê wê civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Serokê Partiya Gel a Turkmanî Îrfan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me jî wek endamên encûmenê daxwazek ji serokê encûmenê kir ku amadekariyan bike ji bo civîna 18ê mehê û di civînê de rewşa ewlehî û îdarî ya bajarê Kerkûkê gotûbêj bibe.”
Îrfan Kerkûkî wiha got: “Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Kerkûkê birêve naçe ji ber ku bajêr di bin dagîrkariyê de ye û gelek xelkê wê koçber bûne, lewma jî pêwîst e di serî de em di civîna encûmenê de rewşa ewlehiyê gotûbêj bikin.”
Kerkûkî wiha got: “Ew civîna encûmenê dê hêviyeke baş bide xelkê Kurdistanê û em wek turkman beşek in ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û em dixwazin aştî û aramî vegere Kerkûkê û Kerkûk axa dêrîn û kevnar a Kurdistanê ye.”




