Hêmin Hewramî: %100 dê 18ê mehê parlemento bicive

Hewlêr-KDP.info- Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Hêmin Hewramî ragihand, xalên hevbeş di navbera firaksiyonan gelek in ji bo roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê bicive û % 100 dê ew civîn birêve biçe.
Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de û kandîdê partiya xwe bo kursiyê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemantoyê Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Parlemantoya Kurdistanê roja Duşema 18ê vê mehê berî nîvro dicive û firaksiyon çaverêyî biryara polîtburoyên partiyên xwe ne. Sibe PDK û YNKê civîneke girîng dikin û her divê lihev bikin û dawî li vê rewşê bînin.
Hewramî wiha got: “Kursiyê Serokê Parlemantoyê ji YNKê re ye û em çaverê ne ku ew kandîdê xwe diyar bike û Parlemanto dest bi karê xwe bike. Em û YNKê ti çareyeke din li pêşiya me tune ye ji bilî rêkeftin û lihevkirinê pê ve.”




