PDK û Goran: Civîna me pir baş û cidî bû

Hewlêr-KDP.info- Îro PDK û Tevgera Goran civiyan û herdû aliyan ragihandin ku civîna wan pir baş û cidî bû.
Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Civîna me ligel birayên Tevgera Goran pir baş bû. Me berê çend mijar gotûbêj kiribûn û îro jî me bi nêzîkî me behsa wan mijaran kir. Mebehsa rêkeftina siyasî di navbera PDK û Goran kir û herwiha me behsa şirîkatiyê di hikûmeta bê de kir. Em û Goran nêrîna me li ser bernameya hikûmeta bê jihev nêzîk bû.”
Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew xalên ku li cem me herdû aliyan girîng in, ku mijarên netewî û niştimanî ne û herwiha rewşa jiyana xelkê Kurdistanê û çaksazî û reform in.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê şanda danûstandinan a Goran Aras Welî ragihand: “Me civîneke pir baş û cidî encam de. Hevalên PDKê nêrîna wan jî wek ya me ye û nakokî di navbera me de tune ye.”




