26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkiye dixwaze pêwendiyên bazirganî ligel Kurdistanê bihêztir bike

Çavkanî: KDP.info

 

Duhok-KDP.info- Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Duhokê Eyad Hesen ragihand ku Tirkiye dixwaze zêdetir giringiyê bi têkeliyên xwe yên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê bide û ji bo wê yekê jî çend pêngavên girîng avêtiye.

Eyad Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Tikriye dixwaze asta têkeliyên xwe yên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê zêdetir bike, lewma jî dixwaze ji aliyê xwe ve, xala sînorî ya Pêşabûr fireh û nûjen bike û asankariyan ji bazirganan re bike, ew jî bi rêya zêdekirina karmendan û asankariyan ji çûn û hatina otomobîlan, ku ew yek dihêle ku otomobîlên bazirganî bi hêsanî biçin û bên, ku li şûna otomobîl 2 saetan çaverê bikin dê karibin di cih de derbasî Herêma Kurdistanê bibin.”

Hesen wiha got: “Bi cîbicîkirina wan pêngavan dê asta têkeliyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gelekî zêdetir bibe, ji ber ku Tirkiye dixwaze zêdetir giringiyê bi warê bazirganî ligel Herêma Kurdistanê bide û ev yek jî cihê dilxweiya me ye.”

Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Duhokê Eyad Hesen dibêje: “Herwiha hemû amadekarî hatine kirin ku xalên gumrikê yên di navbera Duhok û Mûsilê de bên rakirin û ew jî pêngaveke pir baş e, ji bo ku têkeliyên bazirganî di navbera Duhok û Mûsilê de zêde bin û niha ew yek destpê kiriye.”

Nûçeyên têkildar